Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst

Article in other languages:

Союз Советских Социалистических Республик
Soyuz Sovyetskix Sotsyalistiçeskix Ryespublik

Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst
Flag of the Soviet Union.svg
Ala YKSSê

Coat of arms of the Soviet Union.svg
Arma YKSSê
LocationRussia.svg
Gotina Netewî Пролетарии всех стран, соединяйтесь! Proletariy vsex stran, soyedinyaytyes
Prolêtarên hemû welatan, yekbin!
Zimanên fermî Rûsî(Li hin dewletên komarên Sovyêt hindê Rûsî hin zimanên netewî jî hebûn: Estonî, Letonî, Litvanyayî, Bêlarûsî, Ûkraynî, Moldovyayî (Rûmenî), Gurcî, Ermenî, Azerbaycanî, Tûrkmenî, Qazaxî, Ûzbekî, Tacîkî, Qirxizî û hin zimanên dinên komarên Otonom de)
Paytext Moskova
Sîstema Sîyasî Federasyon
Serokkomar
Serokên hikûmetê
Sazbûn 30'ê berfanbarê 1922
Srûda netewî Enternasyonal (1922–1944)
Gimn Sovyetskovo Soyuza (1944–1991)
Rûerd 22.402.223 km²
Nifûs 290.100.023 1991
Berbilavî 8,3 kes/km²
Dirav Rubel
navçeya demjimêrî ji UTC+2 heta UTC+12
Nîşana înternetê .su
Koda telefonê +7


Yekîtîya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (kurtenav: YKSS, bi rûsî: Союз Советских Социалистических Республик (CCCP) [Soyuz Sovyetskix Sotsyalistiçeskix Ryespublik (SSSR)]) dewleteka Sosyalîsta federasyonê ji gelek netewan pêk dihatî û li ewropaya Rojhelat, Qafqasya, Asyaya Navîn û Asyaya Bakur dimabû. Ew piştî şoreşa Bolşevîkan a cotkara 1917 re, di 30'ê berfanbarê 1922an de hatibû saz kirin û di 26'ê berfanbarê 1991an de belavbûbû. Ew belavbû şunda wek pêmavan Federasyona Komarên Sosyalîstên Rûsyayê hat saz kirin û ew ji pê re jî ew hat çerxa Federasyona Rûsyayê kirin.

Ew mafên netewîyê YKSS derbaza Federasyona Rûsyayê bû û ew nevnetewî wek dewama YKSS tê ditîn. Rûsyaya îroj li ber Şoreşa Kewçêrê jî hîmîya YKSS bû û YKSS belavbû şunda jî Rûsya gorî rûerd xwe sedî 78ên( % 78 ) YKSS di sînorên xwe de dihewirîne.

Tabloya Naverokê

Erdnîgarî

Ew rûerda xweya mezin, ya ko îroj jî Rûsya hembera belavbûna YKSS xwedîyê ye, Şerê cîhanî yê duyemîn de fireh bûbû û welatên Baltîk (Estonya, Letonya, Lîtvanya), hin herêmên Prûsyayê Fînlandiyayê, Polonyayê, Çekoslovakyayê û Japonyayê di sînorên wê de diman. Ew bi sînorên xwe dewlata herî mezina dîrokî bû.

Ji pê dawîya Şerê cîhanî yê duyemînê di 1945an re sînorên YKSS wiha bûn: li rojava bi Romanya, Macarîstan, Çekoslovakya, Polonya, Deryaya Rojhelat, Fînlandiya û Norweç;li bakur Deryaya Barents, Deryaya Karayê, Deryaya Laptev û Deryaya Sîbiryaya Rojhelat; li rojgelat Deryaya Oxotsk, Deryaya Bering û Okyanûsa Pasîfîk; li başûr Koreya Bakur, Çîn, Mongolya, Efxanistan, Iran, Tirkiyê û Deryaya Reş.

Sînorên YKSS li ser 22,4 mîlon km² dima û nêzî şeşan yeka (1/6) erdên dinê dima. Ew rojhelat-rojavayî ji Deryaya Reş û Deryaya Rojhelat de heta Okyanûsa Pasîfîk heta 10.000 km dirêj dibû. Bakur-başûrî nêzî 5.000 km fireh dibû.

Dîrok

Şoreşa Bolşevîkan

Bi şoreşa Şibatê yê di 1917an re Rûsyaya Çarî hat hilweşandin. Demeka kêmê ji pê re Bolşewîkên di pêşengîya Lenîn de pê Şoreşa Kewçêrê re Komara Sovyet ên Rûsyayê îlan kirin. Pê serfirazîya Bolşewîkan re li Rûsyayê cenga hundurî derket û wê heta 1922 dewam kir û di wê salê de li ser axê Rûsyaya Çarî Yekîtîya Komarên Sovyetên Sosyalîst(YKSS) hat saz kirin. Dema şoreşê de YKSS welateka feodalê aborîya xwe bi bingehî li ser cotkarîyê bû. Pê YKSS hat saz kirin re li hemû welatê tevgereka, pêşasazî û endûstrî kirina li YKSS hat ajotin. Bi vê tevgerê re Rûsya di dinê de gorî aborî û artêşa xwe 20 salan de bû welateke pêşeng. Di wê demê de îdeolojîya dewletê jî bi seferberîyê xwendin û nivisandînê re li xelkê hat belav kirin.


1924–1939:Dema Stalîn

Paş mirina Lenînê di 21'ê rêbendanê 1924an re Josef Stalin hate serokkomarîyê YKSS. Stalîn ji 1922 de heta wê çaxê sekretarê gelemperîyê Partiya Komûnîstî bû. Stalîn pê derbaza ser kargerîyê bû re li ser welatê avahiya bingehîyê aborî pêk anî û li welatê tevgera endûstrî kirinê bilez kir. Li welatê Kolxoz û Sowxoz(herdu jî têne maneyê çewlîg. Sowxoz ji hêla dewletê, Kolxoz ji hêla koperatîfan dihat carî kirin) pêk anîn. Di wê demê de kesên xwedîyên zevîyan, yên dewlemend jî dihatin bêrûmet kirin. Li wolgayê, Ûkraynayê kêmîyê xwarinê der ket û bi mîlonan kes ji birçîtîyê de man.

Ji 1935an şunda Stalîn dest bi deportasyona(koç kirin dan) dijên sîstema komûnîstî kir. Di paqîjkirina Stalînê(Rûsî Çîstkî) navbera salên 1936 û 1940an de terorek li hembera dijberên rejîmê hat didomîn. Di dema wê koç kirinê bizorî de gelek kesên wek hindikeyên etnîk, hatin koça navenda xebatê yên bi navê Gulag kirin. Bo wan qurbanên di wê demê de ji jiyana xwe bûnî, qala 20 mîlon kes dikine.

1939-1945: Salên Şerê

Di 1'ê rezberê 1939a di bi êrîşa Almanyaya Nazîyê ser Polonyayê re Şerê cîhanî yê duyemîn destpê kir. Li ber vê êrîşê Hitler û Stalîn di 23'ê gelawêjê 1939an de bo êrîş nekirina hev bi qasidîya Molotov û Ribbentrop Pakta Molotov-Ribbentrop îmze kiribûn û bi vê peymanê wan dê êrîşa hev nekirinaya û Polonya navhev de parvekiriniya. Ji pê Almanyayê re di 17'ê rezberê 1939an de Rûsyayê jî dest bi êrîşa Polonyayê kir û wekî wan di peymana bêêrîşîyê de dîyar kirî YKSS rojhelata Polonyayê di demeka kurt de îşxal kir. Di 28'ê rezberê 1939an de YKSS yê û Almanyayê peymanekê dinê bo hevaltîyê û sînoran îmze kir. Rûsyayê ji pê re li welatên Fînlandiya(1939) û welatên Baltikên:Estonya, Letonya û Lîtvanya û Besarabya yê pê re bûyî Moldoviyayê(gîşk 1940an de) dewama îşxal kirinê xwe kir.

Di 22'ê pûşperê 1941an de Hitler peymana bêêrîşiyê xirab kir û bi artêşêkê mezin êrîşa YKSS kir. Di 24'ê gelawêjê 1941an de YKSS bi Brîtanyayê ve heta ber axên Îranê dewama îşxalê xwe kir. Di Konferansa Yalta û Tehranê de YKSS, Brîtanya û DYA bo hevalbendîyê li hev hatin.

YKSS di Şerê cîhanî yê duyemîn her çiqas, bi nêzî 25 mîlon qeybên esker û siwîl ve, dewleta herî pir hevwelatên xwe qeyb kiribû, ew jê wek lewaz bûbû der ketibû jî, ew wek serfiraz di cengê de derket. Bi dawîya hevalbendîya navbera hevalbendan de hat şikestin û pê şêrê re Şerê Sar dest pê kir.

Salên 1945–1985:Şerê Sar

YKSS di Şerê cîhanî yê duyemîn de wek serfiraz û xakên xwe fireh kirî derketibû. YKSS rojhelata Polonyayê û welatên Baltik têxistibû nav sînorên xwe. Dewletên bloka rojhelat Albanya, Bulgaristan, Komara Demokratîka Almanyayê, Polonya, Romanya, Macaristan, Çekoslovakya ketine bin bandora YKSS û wek dewletên peyk bi sîstema demokrasiya Xelkî hatin kargerger kirin.

Nexşê YKSS, 1922-1991

Di 1953an de, ji pê mirina Stalîn re, Nîkîta Krûşçev derbaza serokomarîyê bû. Wî di 1956an de di axaftineka xweya sixûrî de fikrên xweyên hembera Stalînîzm eşkera kir û bo Lîberalîze kirina dewletê daxwaza xwe dazanîn. Lê protestoyên bo reforman li Macaristanê ji hêla Artêşa Sor gelek sert hat rawestandin.

Di wan deman de Şerê Sar her ku diçû hişk dibû û di 1962an de di Krîza Kûbayê de dinê xwe ji Şerekê atomî encax di dawî de xwe parast. Blokên rojhelat û rojava her tim dewama çekdarîyê dikir û di vê de bi hev re diketine pêşbazîyê.

Di payîza 1957an de YKSS saroxa siftê Sputnik 1ê bi kûçikê têdeyî bi navê Laika ve şande ezmên. Di 1961an de jî cara siftê astronotê Yurî Gagarîn li gerdûnê firiya.

Di 1964an de Leonîd Breşnew derbaza şûna Krûşçêv bû. Ew daxwazên reformanê li welatên din wî sert pişde xistin. Azadîxwaza li Pragê yê di bihara li Çekoslovakyayê hatî holê bi panzêran hat pişve xistin.

Di 1979an de ketina YKSSyê Efxanistanêyê re şerê navbera YKSS û Efxanîstanê dest pê kir. Di wê cengê de Efxanîstanê gelek zirar dît û nêzî 1,2 mîlon hevwelatên xwe hatin kuştin. YKSS jî di 1988-1989an de wek bêserfirazî ji wir der ket.

1985-1991:Belavbûna YKSS

Di 1985 Mixaîl Gorbaçow hate serokîya kargerîyê YKSS û dest bi reformên wek Perestroyka (şunda mezrandin) û Glasnost (eşkereyî) dihat zanîn kir.

Di salên 1990an û 1991an de dewletên Yekitîyê de dest bi dazanîna azadiyên xwe kir. Siftê welatên Baltîk serxwebûna xwe danzanîn. Bi derbeyê Borîs Yeltsîna di gelawêjê re YKSS xirab bû dewletan yek bi yek azadiya xwe danzanîn. Bi dawî di 8'ê berfanbarê 1991an de belavbûna YKSS dawî bû. Ji YKSS 15 dewletên serbixwe der ketin û Rûsyayê wek pêmavanê YKSS mafên wê wek mîrat hilgirtin.

Komarên YKSS yê

YKSS bi sîstema xwe dewleteka Federasyon bû. Ji 1956 de heta 1991an 15 netewên sosyalîst endama YKSS bûn. Her yek welatê sosyalîst xwedîyê paytexta bixwe bû û Moskova him paytexta Komara Federatîfa Rûsyayê Sovyêt ên Sosyalîst(KFRSS) bû, him jî paytexta YKSS yê bû û xwedîyê statûyeka taybetî bû.

Di hindira wan komaran de hin herêmên Komarên Otonomê Sovyetên Sosyalîst (mînako: Naxçivan), Herêmên Otonom (mînako: Herêma Otonomê Cûyan), Nevçeyên Otonom jî hebûn.

Komarên YKSS yê
Komarên Yekitiya Sovyetan
Ala Paytext
1 Flag of Armenian SSR.svg Komara Ermenîstanê Sovyet ên Sosyalîst Êrîvan
2 Flag of Azerbaijan SSR.svg Komara Azerbaycanê Sovyet ên Sosyalîst Baku
3 Flag of Byelorussian SSR.svg Komara Bêlarûsê Sovyet ên Sosyalîst Mînsk
4 Flag of Estonian SSR.svg Komara Estonyayê Sovyet ên Sosyalîst Talîn
5 Flag of Georgian SSR.svg Komara Gurcîstanê Sovyet ên Sosyalîst Tîflîs
6 Flag of Kazakh SSR.svg Komara Qezexistanê Sovyet ên Sosyalîst Alma-Ata
7 Flag of Kyrgyz SSR.svg Komara Qirgizistanê Sovyet ên Sosyalîst Frûnze
8 Flag of Latvian SSR.svg Komara Letonyayê Sovyet ên Sosyalîst Rîga
9 Flag of Lithuanian SSR.svg Komara Lîtvanyayê Sovyet ên Sosyalîst Vîlnîus
10 Flag of Moldavian SSR.svg Komara Moldovyayê Sovyet ên Sosyalîst Kîşînev
11 Flag of Russian SFSR.svg Komara Federatîfa Rûsyayê Sovyêt ên Sosyalîst Moskova
12 Flag of Tajik SSR.svg Komara Tacîkistanê Sovyêtên Sosyalîst Dûşanbê
13 Flag of Turkmen SSR.svg Komara Turkmenistanê Sovyêtên Sosyalîst Aşqabat
14 Flag of Ukrainian SSR.svg Komara Ûkraynayê Sovyêtên Sosyalîst Kîev
15 Flag of Uzbek SSR.svg Komara Ûzbekîstanê Sovyêtên Sosyalîst Taşkent


Komarên YKSS

Flag of Armenian SSR.svg Ermenîstanê YSS | Flag of Azerbaijan SSR.svg Azerbaycanê YSS | Flag of Byelorussian SSR.svg Bêlarûsê YSS | Flag of Estonian SSR.svg Estonyayê YSS | Flag of Georgian SSR.svg Gurcîstanê YSS | Flag of Kazakh SSR.svg Qezexistanê YSS | Flag of Kyrgyz SSR.svg Qirgizistanê YSS | Flag of Latvian SSR.svg Letonyayê YSS | Flag of Lithuanian SSR.svg Lîtvanyayê YSS | Flag of Moldavian SSR.svg Moldovyayê YSS | Flag of Russian SFSR.svg Rûsyayê YSS | Flag of Tajik SSR.svg Tacîkistanê YSS | Flag of Turkmen SSR.svg Turkmenistanê YSS | Flag of Ukrainian SSR.svg Ûkraynayê YSS | Flag of Uzbek SSR.svg Ûzbekîstanê YSS |

Flag of Transcaucasian SFSR.svg Transqafqasya yên YSS (1922–1936)| Flag of the Karelo-Finnish SSR.svgKarelo-Fînlandiyayê YSS (1940–1956)

Questions for article:

This article is from Wikipedia. All text is available under the terms of the GNU Free Documentation License.


IHS Europe: Infrared Heating Systems for Home and Business.