|
Komputer amûr û hişekî elektronîk e ku gelek xebatên arîtmetîk û mantiqî li gor bernameyeke berê lê hatiye barkirin, dike û diqedîne. Computer bi ingilizî, ordinateur bi Fransewî bilgisayar bi tirki, rayane bi farisî ye. Yek ji navên wê yên Kurdî jî xêvjimêr e. Amûra xebatê ya ko mirov pê hejmarê dike, nemaze makîneyeka elektronîkî ku bernamekirî be û bikare karên matîmatîkî an mentiqî yên pir lezgîn pêk bîne an agahiyan (informasyonan) berhev bike, tomar bike, berhev bide an bi awayekî din ê dilxwestî û li gorî bernameyeke berê hatiye nivîsîn amade bike. Komputer bi rastî pirşiyan in. Ew makîneyên cîhanî yên destwerdana zanyaran in. Li gorî bîrdoza Çirç-Tûring (Church-Turing Theory), her komputer xwedî şiyaneka kêmanî ya derazînkî (minimum threshold capability) di koka xwe de dikare her karekî ku komputereke din dike bike. Lewma, komputerên xwedî şiyanên curane, ji Arîkareka Kesokî a Dîgîtal (PDA) heta Superkomputeran dikarin heman karî bikin, heke dem û bîr (memory) nehên liberçavgirtin. Lewma, heman cureyê komputeran reng e ji bo gelek karên ji hev cuda yên mîna durustkirina lîsteya mûçeyê karmendan heta ajotina Gemîyên Esmanî yên bê Mirov bihên bikaranîn. Lê ji ber pêşveçûnên teknolojîk ên mezin ên vê dawîyê, komputerên elektronîkî yên nû gelek ji yên kevin bikêrtir in (diyarokek ku hindek bi Qanûna Morî ango Moor's Law tê wesifandin).
Ji bo xebitandina komputerê çend Pergalên Xebatê hene, mirov pêşî wan pergalan di komputera xwe de saz dike.
Pergalên Xebatê
NivîsbarîNivîsbarî ji zimanê bernameyên komputerê re tê gotin. Ev zimanekî gelekî cuda ye û teknîk e. Bernameyên ku bi vî zimanî hatibin nivîsandin, wekî nivîsbarî tên binavkirin. Şexs û ŞîrketKampanyaÇend gotinên zimanê komputerêÎnternet - Nivîsbarî (Software) - ڤایرۆس (Vîrus) Dîroka Komputerê
|
This article is from Wikipedia. All text is available under the terms of the GNU Free Documentation License.
Mercedes Car
This site monitored by SitePinger.net