|
Fransa (Frensa û Franse jî jê re tê gotin) welatekî Yekîtiya Ewropayê ye. Peytaxta wê Parîs e.
Navê vî welatî yê fermî République française (bi kurdî Komara Fransayê) ye û dewleteke navendîparêz û yekneteweyî ye. Welatê cîranê wê li Ewropayê ev in: Belçîka, Luksembûrg, Elmanya, Swîsre, Îtalya, Monako, Spanya, Andorra
Sînorên Fransa li bakur bi Atlantîk û li başûr bi Derya Spî re hene. Ji bilî li Ewropa erda Fransa li parzemînên din jî heye. Li Karîbîkan wek mînak Saint-Martin, li Başûrê Emrîka Guayanaya Fransî, li qeraxên Bakurê Emrîka, li Okyanûsa Hindê û li Okyanûsyayê herêm û welatên girêdayî Fransa hene.
Li gor texmînên 2004'an tê gotin ku hejmara şêniyên Frensayê tevlî şêniyên li herêmên derveyî Ewrûpa dijîn 61,9 milyon in.
Fransa, ji 26 herêman (bi fransî:région) pêk tê. Ji wan 21 li xakên Fransaya parzemînî ne, yek girava Korsîka ye, û çar jî navçeyên ser deryayî ne . Régions yên li Fransaya parzemînî jî di hundura xwe de jî gav bi gav wek département, Arrondissement, Cantone û Commune tê parve kirina perçeyên hîn biçûk.
- Herêmên li ser deryayê jî ev in:
Gel û Ziman
Nifûsê Fransayê di 1'ê rêbendanê 2008an de yên bi welatên ser deryayî ve wek 64.473.140 tê texmîn kirin. [1] Ew ji Almanyayê şunda duyem mezintir welata Yekitîyê Ewropayê ye. Ew ji sedî 13ê (% 13) YE bi tenê pêk tîne ye.
Payîna dirêjahîya jiyanê yê di Fransayê de bo mêran 76,7 sal, bo jinan jî 83,8 e.
Hin zimanên ko berê de li ser axên ko îroj Fransa li ser wiha ne:
Li bakura Fransayê zimanekê pir bi Fransî re nêzika hev zimanê Oîl tê axaftin.
Çavkanî
- ↑ Bilan démographique 2007 : des naissances toujours très nombreuses
Advanced questions for article: francuska ambasada beograd, ambasada francuska,
Questions for article: fransanın bölgeleri, ambasada suriye france, francuska, francuska-ambasada-beograd, fransiya haritasi, fransiya turizmi, klikya, klikya cumhuriyeti, pais franseis, polonya haritasi, turist frakkland
|