|
Gerstêrkên li dora rojê digerin
Li goreyî Yekîtîya Navneteweyî ya Stêrnasîyê, desteka fermî jibo navlênanên stêrnasî, gerstêrk an exter ji bo dozena Rojêa me wiha dihêt pênaskirin: Exter keristeyekê esmanî ye ko (a) têra granhêza (gravity) xwe bariste hebit da bikaribit li rastî sertûyê req bin dest bikit û awayekê hevseng ji hevsengiya Haydrostatîk anko nêzîkî groverîyê bi xwe ve bigrit, (b) li ser dewseka diyarkirî li dor rojê bizivrit û (c) derdora dewsa xwe pakij kir bit. Dema mirov bi çavan li stêrkan dinihêre, li asîmanan diçûrisin, ronahiya wan vêdikeve û vedimire. Ji ber ku ew gelekî dûr in û ronahiya wan lawaz e, ew ronahî di rê de dişikê. Ji ber vê jî mirov dibêje qey stêrk vêdikevin û vedimirin. Lê gerstêrk ne wisa ne. Ronahiya wan sabît e, ronîtir xuya dikin. Li goreyî vê pênaskirinê, dozena Roja me 8 exter hene: Tîr, Gelawêj, Erd, Behram, Bercîs, Keywan, Uranûs û Neptûn. Herwisa binêre
Questions for article: |
This article is from Wikipedia. All text is available under the terms of the GNU Free Documentation License.
IHS Europe: Infrared Heating Systems for Home and Business.