1921 Bajarê bakûrê Kurdistanê Anteb ango Dîlok, bi biyara parlemena Tirkiyê, weke xelatê pêşnavê „Gazî" jê re hate dayîn û weke „Gazî Anteb" hate guhertin.
1923 Rojnameya siyasî û hefteyî 'BANGA HEQ' organa hukumeta Mehmud Berzencî bû, di sala 1923an de herjmara xwe ya yekem derxist. Yekem hejmar li Surdaşê ango (Silêmanî), ya dawî jî, her di wê salê de, di meha nîsanê de derket. Rojname ji ber êrîşên Îngîlîzan, weşana xwe sekinand û paşê jî mekîneyên çapê kete destê wan.
1927 Di erdkolanên li Îraqê de, hin alavên destan hatin dîtin ku hate diyar kirin yê bajarê Ur ango Rihayê ne û yên beriya niha 5 hezar salîne û .
1991 Bajarê Suleymaniyê ji aliyê gel ve hate azadkirin û li bajarokê Çemçemal û herêma Şarezor destpê kir.
1998 Yek ji komên çandî û hunerî ya girêdayî Navenda Çanda Mezopotamya NÇM Koma Asmîn ji hêla jinên NÇMî ve di 8 Adara sala 1998an de hate damezrandin.
2000 Partiya Karkerên Kurdistan PKKê projeya xwe ya aştiyê li Brukselê bi civîneke çapemeniyê daxuyand.