1974 Balafirên İraqê Qeladiz bombebaran kir, di bûyerê de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan.
1983 Konseya Ewlekariya Neteweyî MGK, Zagona Partiyên Siyasî pejirand û belavokeke weşand ku li gorî wê; qaşê xebatên siyasî serbeste. Lê belê ji roja qebûlkirina vê qanûnê û vir ve, bi dehan partiyên siyasî hatine girtin, gelek rêveber û endamên wan bi awayekî faîlê wan ne diyar hatin kuştin û bi sed hezaran kes, berde xebatên siyasî, jiber nêrînên siyasî avêtin zîndanê.
Cîhan
1955 Konferansa ku bi beşdariya nûnerên 29 welatan li bajarê Endonezya Bandungê hate lidarxistin, bi dawî bû.
1967 Kozmonotê Rûs,Komarov, dema ku bi keştiya asîmanê ya «Soyuz ~1~» vedigeriya cîhanê, mir.
1993 Li Mûşê meleyek bi navê Vehbî Gunduz bi kuştineke kujerê wê ne diyar, hate kuştin.
1995 Serokê HADEP a Elbîstanê Hisên Koku ji aliyê hêzên tarî ve hate şehîd kirin.
1999 Gerîllayê Kurd Nîzamettîn Kiliç yê bi navê kod Bişar (li gundê Yigintaş hatiye dinê, di sala 1992an de tevlî nav refên gerîlla bûye,) li herêma Bilika ya ser bi çiyayê Cûdî jiyana xwe ji dest da.