2002 Serdozgerê Dadgeha Bilind a Komara Tirkiyê Sabîh Kanadoglu, ji bo girtina partiya HADEP’ê serî li Dadgeha Destûrabingehîn da.
2002 Li Tirkiye û Kurdistana Bakur, encamên jimartina şêniya giştî piştî du salan hate eşkerekirin. Şêniya Tirkiye û Kurdistana Bakur giş bi hev re weke 67 mîlyon û 844 hezar û 903 kes hate eşkerekirin.
1922 Di navbêra hûkumeta Tirk û hûkumeta Ûkranyayê de peymana ‘dostaniyê’ hate morkirin.
1959Kûbayê Fidel Castro yê li Kûbayê li dijî rêveberiya Batîsta şer dikir, bi 12 hevalên xwe re ku di nav wan de Che Guevara]] jî hebû, piştî ku dîktator Batîsta reviya Komara Domînîk, rêveberî bidest xist.
1978 Li paytexta BelçîqaBrûkselê, avahiyeke ku tê de ji bo banqeya Tirkan xebat dihate kirin, ji aliyê hin kesan ve hate bombekirin. Tirk, bûyerê dixin stûyê rêxistina Ermeniyan.