Şerab

del.icio.us del.icio.us
Digg Digg
Furl Furl
Reddit Reddit
Rojo Rojo
Add to OnlyWire
Şeraba Fransî navdar e
Şeraba Fransî navdar e

Şerab, şorav, xwînî, wîn (bi latînî: vinum) vexwarineke alkolîk ji tiriyan (tirî, tirih, tirab) tê çêkirin e.

Gorî cureyê tirabê, şerab jî dikare sor, reş an spî be. Hin cureyên şerabê hene ku ji fêkiyan û birincê tên çêkirin lê ne ewçend navdar in.

Etîmilojiya şerabê

Şerab ji latînî (vino, vinum) derbasî zimanên rojavayî bûye. Tê texmînkirin ku carap pêşîn di sefera Îskenderê Mezin a berî Hindistanê de Ewropayiyan şerab dîtine û birine wir. Vin (bilêvkirina kurdî: vîn), gorî hin zanyaran ji bêjeya gwini (wekî xwînê) ya Gurcî derketiye. Lê ji ber ku dewleteka serbixwe ya Kurdan nîne, ziman, çand û folklora Kurdî jî bêî xwedî maye û kes nabêje ku ev bêje ne bi Gurcî lê bi Kurdî ye: Xwîn, Xwînî. Dîsa bêjeya Trî jî ji Kurdî derbasî hemî zimanan bûye. Bi kurtî şerab bo cara pêşîn li Kurdistanê hatiye çêkirin û belav bûye.

Bi hatina Ereb-Îslamê wekî huner, mûzîk, wênesaziyê alkol û şerab jî hatiye qedexekirin. Bi texmînî bêjeya şerab ji demê şûnde wekî macazî ketiye zimanê Kurdî û zimanên din Îraniyan (lewra ew jî pirranî ola Îslamê dihewînin).

Kurtedîroka şerabê

Gorî zanyaran cara pêşîn li herêmên ku Kurdistan jî tê de ye, ango Asya nêzîkê de b. z. sedsala 6. de hatiye bikaranîn. Dîsa tê texmînkirin ku li vê herêmê hatiye keşfkirin jî. Ev teorî bibawer e. Lewra navê tiriyê di gelek zimanan de wekî Kurdî ye. Ji ber ku hinde şorîn e, di çanda devkî ya Kurdî de wekî şorav, şorab, şerab hatiye binavkirin. Di zimanên Îranî yên kevn de "ab" av e.

Dîsa di şarezayiya Egîptê (Misir, Qibtî) û ya Greka kevn de jî hilberîna şerabê bipêşketî bûye. Di ola Xristiyanîyê de şeraba ku bêî tevlîbûn e, wekî vexwarineka pîroz hatiye destnîşankirin. Herwekî di ola Zerdeştîyê, Elewîtîyê de jî cihekê xwe yê girîng heye.

Şerab di çand û hunerê de sîmbola evînî û bohemyayê ye. Gava mirov behsa şerabê bike, divê mirov helbestvan û fîlozofê Farsî Omer Xeyyam jibîr neke.

Piştî belavbûna ola Îslamê li Kurdistanê tê gotin baxçeyên tiriyan ên bêhempa hatine qedexekirin û tunekirin. Lewra Îslamê hemî cureyên vexwarinên eywankirî qedexe kiriye. Lê îro kêm be jî li Mêrdîn, Dîlok û Rihayê dîsa hilberîna şerabê ji tiriyên Kurdistanê tê kirin.

Welatên ku di rêza sereke de hilberînê dikin

This article is from Wikipedia. All text is available under the terms of the GNU Free Documentation License.


Giant Panda

Mercedes Car
James Bond Guide
This site monitored by SitePinger.net